Malbata "Mehmûdê Qehreman" li Îdlibê bê mal ma

Mehmûdê Sûriyeyî roja ewil a erdheja Elazigê li taxa Sursuruyê bi kolandina destê xwe ji binê avahiya hilweşiyayî birîndar derxistin û di raya giştî da wek qehreman hat naskirin. Diya Mehmûd, xwişk û birayên wî û xwarzî/biraziyên wî piştî êrîşên hêzên rejima Esed û Rûsyayê mecbûr man û malên xwe terk kirin.

Malbata "Mehmûdê Qehreman" li Îdlibê bê mal ma

Malbata Mehmûd el Osmanê xwendekarê zanîngehê ku di erdheja Elazigê da du kes ji binê avahiya hilweşiyayî derxist, li Îdlibê ji êrîşên Beşar Esed û Rûsyayê revî û koçî herêmeke nêzî sînorê Turkiyeyê kir.

Mehmûdê Sûriyeyî roja ewil a erdheja Elazigê li taxa Sursuruyê bi kolandina destê xwe ji binê avahiya hilweşiyayî birîndar derxistin û di raya giştî da wek qehreman hat naskirin. Diya Mehmûd, xwişk û birayên wî û xwarzî/biraziyên wî piştî êrîşên hêzên rejima Esed û Rûsyayê mecbûr man û malên xwe terk kirin.

Piştî ku rejim û piştgirên wê li başûrê Îdlibê herêma Cebel ez Zewiyeyê bê navber êrîş kirin, malbat ji mala xwe derket û xwe spart navçeya Sermadayê ya nêzî sînorê Turkiyeyê.

Ekîba AAyê ya li Îdlibê xwe gîhand Îsam el Osmana diya Mehmûd.

Osmana diya Mehmûd axivî û wiha got, "Ji ber êrîşên esmanî yên bê navber, me ji bo zarokên xwe ji başûrê Îdlibê koç kir. Neviyên min her ku dengê balafirê dibihîzin direvin ku xwe veşêrin."

Dayikê diyar kir, ji ber ku Mehmûdê kurê wê li Turkiyeyê dixwîne, demeke dirêj e ku wê kurê xwe nedîtiye û wiha dewam kir: "Mehmûd wezîfeya xwe ya însanî bi cî aniye. Kê bûya jî wê bikira. Ez bi wî serbilind im. Turkiyeyê çawa ku piştgirî da me, divê Sûriyeyî jî ligel gelê Tirk bin."

Osmana dayik diyar kir, ew êdî naxwaze ku neviyên wê ji tirsa bigrîn û wiha dewam kir: "Ji ber ku em timî di bin êrîş û bombebarandinan da diman, em vê rewşê (dema erdhejê) pir baş dizanin. Em pir bîra jiyaneke aram dikin. Heke em derbasî Turkiyeyê bibin, ev zarok wê têkevin ewlehiyê."

Dayikê destnîşan kir ku di êrîşên ser Îdlibê da gelek sivîl hatin kuştin û wiha dewam kir: "Em tirsetirs dijîn û êdî dixwazin ku di ewlehiyê da bijîn. Em ji mala xwe derketin lê li me gelekî zehmet hat. Lêbelê ku em li wê derê bimana, êrîş û kuştin hebûn."

Osmana dayik spasiya gelê Turkiyeyê û Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha dewam kir: "Li vê derê jî gelek Sûriyeyî di binê kavilan da mane, ez dixwazim ku alîkariya wan jî were kirin."AA

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2020, 09:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE