Malbata Muşî benda wê rojê ye ku kurê wan ê ji çiyê vegere

Malbata Teker a li Muşê dijî hêviya wê rojê ye ku kurê wan Muhammed Emîn Tekerê 7 sal berê ji hêla endamên PKKya rêxistina terorê va revandine çiyê vegere mala xwe.

Malbata Muşî benda wê rojê ye ku kurê wan ê ji çiyê vegere

 Malbata Teker a li Muşê dijî hêviya wê rojê ye ku kurê wan Muhammed Emîn Tekerê 7 sal berê ji hêla endamên PKKya rêxistina terorê va revandine çiyê vegere mala xwe.

Muhammed Emîn Tekerê 7 sal berê dema 24 salî bû ji Muşê çû Batmanê ku li wir bixebite lê hat xapandin û ew revandin çiyê.

Diya wî Gulbahar Teker û birayê wî Cuma Teker piştgirî didin çalakiya rûniştina dayikên Diyarbekirê ya li ber deriyê avahiyê Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê.

Gulbahar Tekera 4 meh e bi kurê xwe yî biçûk va çalakiya rûniştinê dike bangî kurê xwe kir ku ew teslîmê dewletê bibe.

- "Bila kurê min bê ez tiştekî din naxwazin"

Dayik Gulbahar Tekerê ji nûçegihanê AAyê ra got ew dixwaze kurê wê teslîm bibe û wiha axivî: "PKK xayîn en, şeytan e. Ew xapandin birin. Bes e bila were teslîm bibe, wekî din ez tiştekî naxwazim. Her kes tê teslîm dibe. Kurê min çû Batmanê bixebite. Wextê min ji wî xeber hilneda ez çûm qereqolê. 3 sal berê bi telefonê birayê xwe ra axivî. Ji ber ku min ji wî xeberek hilda min qurban serjê kir. Qasî salekê zêdetir bi me ra axivî. Min jê ra got 'were teslîm bibe'. Ji min ra got 'Temam dayê ez birîndar im, piştî ku ez baş bibim ezê teslîm bibim.' Paşê reviya. Jinekê li wir ew îxbar kir û ew teslîm nebû. Kurê min 7 sal e li çiyê ye. 4 caran emeliyet bûye. Bila were teslîmê dewletê bibe."

- "Muhammed, kurê min lava dikim were teslîm bibe"

Tekerê bertek nîşanî HDP û PKKyê da û got çima zarokên wan naçin çiyê û anî ziman ewê çalakiya xwe ya li Diyarbekirê bidomînin.

Tekerê got ji ber şewba koronayê ew hatiye Muşê lê ewê dîsa here Diyarbekirê û wiha axivî: "Esker, polês hemû zarokên me ne. Muhammed, kurê min lava dikim were teslîm bibe. Di çalakiya rûniştinê da 14 kes hatin teslîm bûn. Dewlet li wan xwedî derket. Kurê min got 'Dayê HDPyê ez xapandim. Li Batmanê ez birim HDPyê, îmze dan avêtin û gotin emê te bibin Kobaniyê ku tu bixebitî. Ez li wir birîndar bûm, nikarim werim. Ezê emeliyet bim bêm.' Saleke ji wî xeber tune. Zarokên 10 salî, qîz li wir çi dikin?"

Cuma Tekerê birayê wî jî got heke dengê wî diçe birayê wî Muhammed bila ew bê teslîmê dewletê bibe, wekî din ew tiştekî naxwaze.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE