Malbeteke perîşan a ji gundê zavîtaya çelê li benda alîkariyê ye. Dema zarokekî wan î seqet çêdibe, hemû tiştê di destê xwe de ji bo wî xerc dikin. Malbata xizan niha neçar maye û pageh ji xwe re kirine star û tê de dimînin. Dayika 5 zarokan ji xêrxwazan alîkarî dixwaze.
Gundê Zavîtayê li ser sînorê di navbera Tirkiye û Bakurê Iraqê de ye.
Malbata Ölmez jî li vî gundî bi 5 zarokan li ber xwe dide.
Malbata hejar dema zarokekî wan î astengdar çêdibe, hemû tiştê di destê xwe de ji bo wî xerc dike.
Dayika neçar niha tewleyek ji xwe re kirine ode û bi zarokên xwe re li vir dimînin.
Dayika reben dibêje Zarokên min nexweş in û em tev di nav bêhna axur de dijîn. Pêşiya me zivistan e û çavê me li destê xêrxwazekî ye.
Malbata mexdûr di vê çileyê de li benda alîkariya walîtî, qeymeqamî û xêrxwazan e.
Dîroka nûkirinê: 11 Kanûn 2018, 12:44