Malbata TRTê çûn şîna bavê Gülay Demirê

Malbata TRTê çûn şîna bavê Gülay Demira xebatkara TRT Kurdiyê...

Li Nisêbînê di êrîşa bi hawanan a terorîstan de Bavê Gülay Demîra xebatkara TRT Kurdiyê, Mehmet Şirin Demir jî şehîd ketibû. Midûrê Giştî yê TRT Îbrahîm Eren, Koordînatorê TRT Kurdiyê Mistefa Ekîcî û gelek rêvebirên TRT’ê çûn taziyeya malbata Demîr..

YPG/PKKê bi hawan û roketan êrîşî Nisêbînê kiribû.

Di êrîşê de tevî Mehmet Şirin Demirê bavê xebatkara TRT Kurdiyê Gülay Demirê, 8 sivîl şehîd ketibûn.

Midûrê Giştî yê TRTê İbrahim Eren jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji bo xebatkara xwe peyama sersaxiyê weşandibû û digot “Xwedê rehma xwe li şehîdan ke, serê malbatê sax be.

Îro jî Midûrê Giştî yê TRTê İbrahim Eren, alîkarê midûrê giştî Erkan Durdu, Serokê Daîreya TRT Haberê Yahya Bostan Koordînatorê TRT Kurdiyê Mistefa Ekîcî, Midûrê Hêrêma Diyarbekîrê yê TRT Hamit Yaz çûn şîna bavê Gulay Demira xebatkara TRT Kurdiyê.

Midûrê Giştî yê TRTê İbrahim Eren got em bi her tiştên xwe li cem we ne û Xwedê sebrê bide înşaellah.

Koordînatorê TRT Kurdiyê Mistefa Ekîcî jî ji amlbatê re sersaxî xwest.

Keça şehîd Gulay got em tu carî vê êşê jibîr nakin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE