Malbata xaniyê wan şewitî bi alîkariya dewletê li xaniyekî nû bi cî bûn

Malbata xaniyê wan şewitî bi alîkariya dewletê li xaniyekî nû bi cî bûn

Malbateke li Giyadîna navçeya Agiriyê ku xaniyê wan şewitî û 4 zarok bi zorê heft belayî hatibûn xilaskirin li xaniyê qaymeqamtiyê amade kir hatin bicîkirin.

Di şeva 25ê Mijdarê da agir bi mala Ayşe Işik a 33 salî ya li Taxa Îsaaxayê bû ket û bi zorê heft belayî wê zarokên xwe yên cêwî Yîgît, Samî (12), Esma (10) û Rabîaya 6 salî ji nav dû û agir derxist.

Li gor tespîtên ewil agir ji ber qabloyên ceyranê derketibû û mêrê Işikê jî ji bo debara malê wê demê li dervayî bajêr dixebitî û dayikê bi hewla xwe zarokên xwe ji nav mala agir pê ket derxist derva û şev li mala cîranan derbas kir.

Qaymeqamê Giyadînê û Wekîlê Şaredar Alper Balci çawa ku haya wî ji rewşa dayik û zarokên wê çêbû bi malbatê ra hevdîtin kir û ji wan ra got ku derbasî be û ragihand dewletê ya hewce bike.

Qaymeqam Balci di vê çarçoveyê da lojmana şaredariyê ya vala da temîrkirin û ji bo malbat tê da bi cî bibe hemû kêmasî hel kir û dayikê tevlî 4 zarokên wê tê da bi cî kir.

- "Zivistana sar bi saya dewletê wê di maleke germ da derbas bibe

Balci çû serdana malbata ku di mala xwe ya nû da bi cî bûn û bi zarokan ra eleqedar bû û bi malxwê malê Dînçer Işik ra jî sohbet kir.

Zarokan cil û berg, unîformayên dibistanê û bisiqlêt jî xwestibûn û Balci wê daxwaza wan jî bi cî anî û dilê zarokan xweş kir.

Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Balci daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ya hatiye serê malbata Işik rewşeke xerab e û wiha domand: "Xwedê ew xilas kirine lê eşyayên wan şewitîbûn. Li Giyadînê temînkirina xaniyên kirê zehmet e û ji ber vê jî me lojmana şaredariyê raxist. Me di vî sir û seqemî da zarokên xwe li derva nehişt. Qet nebe li derva neman."

Balci got ku dewlet alîkariya hewcedaran dike û kesên hewcedar li erdê nahêle.

- Şaredariyê hemû hewcedariyên malbatê bibîne

Balci got di demeke kin da malbat gihandin maleke germ ji bo vê kêfxweş in û wiha axivî: "Şaredariya Giyadînê ew ê hemû mesrefên malbatê bibîne. Em ê alîkariyê bidin ku 4 zarok jî bixwînin. Ji malbatê kirê neyê sitandin. Bi îmkanên dewletê em ê ji bo gelê Giyadînê serferber bibin."

Ayşe Işika dayik jî got ji ber ku mala wan şewitî gelekî li ber xwe ketin, bi piştgiriya dewletê va li malê bi cî bûn û bi zarên xwe ra dilxweşî rûdinin.

Işikê bal kişand ser şewatê û wiha pê da çû:

"Di saet 21.45an da hemû zarokên min razabûn. Min jî televizyon girt û ketim nav nivînan. Hema bêje 15 deqîqeyan razam û min çavên xwe vekir ku dû û dûman tijî hundir bûye. Ji nav deriyên odeyan ra agir diavêt. Ji ber dû çav çavan nedidît. Kulfetek li cem min radiza. Min ew ji xewê rakir û ew jî tirsiya got 'dayê em çi bikin'. Min jî got demildest zarokan ji malê derxin. Min hersê zarokên raza bûn rakirin û ji malê derxistin. Du deqîqeyan derengî bimama ji xwe ew ê tiştên nebaş bibûna. 5 deqîqe derng ji xewê rabûma ji xwe em gişt miribûn."

- "Vê roja zivistanê zarok li derva bûn"

Işikê got zarokên xwe derxist û haya cînaran pê xist lêbelê di demeke kin da agir avête tevahiyê malê û ji ber vê jî kesek nekete malê.

Işikê destnîşan kir ku Balciyê Qaymeqam zehf alîkarî da wan û wiha pê da çû:

"Mala me xirab bibû, tê da nedihat rûniştin, ji xwe gişt şewitîbû. Paşê ekîbên agirkujiyê hatin û cînaran jî alî kir û şewat hat temirandin. Hemû amûrên me şewitîn. Jixwe em ji nivînan reviyan derva. Qaymeqam beg piştî şewatê hat malê. Li lojmanan malek dan me û hin eşya jî dane me. Li malê her tişt hene. Ji me ra nivîn, televizyon, sewqî kirîn. Vê roja zivistanê zarok li derva bûn. Ez ji dewletê û qaymeqamê me ra sipas dikim."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE