Malbata xwendekarê hiqûqê yê ku PKKyê ew biriye çiyê dixwaze bigihêje ewladê xwe

Malbata xwendekarê hiqûqê yê ku PKKyê ew biriye çiyê dixwaze bigihêje ewladê xwe

Malbata Erdînç a ku li Gurpinara navçeya Wanê dijî, bangawazî li Mîkaîlê kurê xwe yê ku beriya nuha bi salan dema zanîngeh dixwend ji aliyê endamên PKKya rêxistina terorê ve hat xapandin û çû serê çiyê, kirin da ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Mîkaîl Erdînçê yek ji 7 zarokên Yusuf û Gevez Erdînçê ye dema li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê xwendekarê pola dawîn bû, sala 2014an 23 salî bû ji aliyê terorîstên PKKyî ve hat xapandin.

Malbata Erdînç bi salan e haya wan ji kurê wê tune û ji bo revandina kurê xwe HDPyê berpirs nîşan didin. Ji ber vê 22ê sibatê li ber deriyê avahiya wîlayetê ya Diyarbekirê beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn.

Dê û bav piştî ku maweyek e li Diyarbekirê man ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) vegeriyan mala xwe. Bi biryar in dema şewb qediya û pêvajoya normalîzebûnê dest pê kir, dubare li Diyarbekirê beşdarî "nobeta ewladan" bibin.

Yusuf Erdînç di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku ev 6 sal e haya wan ji kurê wan tuneye.

Erdînç destnîşan kir ku dema malbatên ku zarokên wan li wan vegeriyane dibînin, hêviyên wan zêde dibin û got, "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Wan Kurê min revand. Ya bi zorê revandin yan jî xepandin. Bila cihê kurê min nîşanî me bidin. Dixwazim dîsan kurê xwe hembêz bikim."

- "Heta ez kurê xwe ji wan nestînim ezê dev ji çalakiya di bin konê de bernedim"

Erdînç diyar kir ku ji bo gihiştina kurên xwe beşdarî çalakiya rûniştinê ya li Diyarbekirê bûne û wiha pê de çû:

"Heta ez kurê xwe ji wan nestînim ezê dev ji çalakiya di bin konê de bernedim. Ya wê kurê min were yaxud dê cinazeyê min ji wê derê rakin. Dayik ji bo zarokên xwe rondikên xwînê dirijînin. Xwedê ji wan re nehêle. Kurê min; ji bo ku tu bibî parêzer min tu dayî xwendin. Bila dilê te bi dê û bavê te bişewite. Vegere, kes nikare li hember Komara Tirkiyeyê serî hilde. Netirse were dewleta me bi we re ye."

Gevez Erdînçê jî anî ziman ku ji hisreta kurê wê dilê wê dişewite û got, "Di serî de cenabê Serokomar û Wezîrê me yê Navxweyî em spasiya dewletê dikin. Em di vê pêvajoyê de bi tenê nehiştin. Min gelekî bêriya kurê xwe kiriye. Ez bi hesreta wî me, taqata me nema. Kurê min vegere mala xwe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE