Malbatan bi zarokên xwe re pirtûk xwendin

Zanîngeha Ömer Halisdemirê hezar pirtûk bexşandin dibistanê...

Malbatan bi zarokên xwe re pirtûk xwendin

Li Qosera Mêrdînê, dibistana cumhuriyetê li ser înternetê ji bo pirtûkan kampanya da destpêkirin. Zanîngeha Nîgdeyê ya Ömer Halis Demirê jî hezar kitêb şandin qoserê. Li Kercosa Batmanê jî xwendekarên Dibistana Cumhuriyetê bi malbatan xwe re hatin dibistanê. Malbatan bi zarokên xwe re pirtûk xwendin û bi vî awayî bal kişandin ser girîngiya xwendinê.

Li Qosera Mêrdînê, xwendekar û mamosteyên Dibistana Cumhuriyetê li ser înternetê ji bo pirtûkan kampanyayek dan destpêkirin.

Piştî vê kampanyayê ji gelek cihan kitêb hatin dibistanê. Zanîngeha Nigdeyê ya Ömer Halis Demirê jî hezar pirtûk bexşandin dibistanê.

Mamoste û xwendekaran ji bo vê alîkariyê sipasî xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Nigdeyê kirin.

Li Kercosa Batmanê jî xwendekarên Dibistana Cumhuriyetê bi navê “Batman Li Her Derê Dixwîne” projeyek dan destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê de xwendekar bi malbatên xwe re hatin mektebê û bi her ve kitêb xwendin.

Zarok ji bo ku bi dê û bavên xwe re pirtûk xwendin pir kêfxweş bûn.

Mamosteyan bi vê çalakiyê bal kişandin ser girîngiya xwendinê.

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2018, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE