Malbatek din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû

"Hin derd û pirsgirêkên kurê min hebûn. Ez dixwazim ew bi saxî û silametî were û teslîmî hêzên ewlehiyê bibe. Hêviya me ewe bila hemû zarok werin."

Malbatek din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 313an da dewam dike.

Hecî Gugerê ji Sûr a navçeya navendî ya Diyarbekirê ku bo kurê xwe Doganê 5 sal berê bi xapandin birine serê çiyê beşdarî çalakiyê bû.

"Cemal Ertaşê astengdar ji bo min bû mînak"

Guger daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew bi hêviya bigihîje ewladê xwe beşdarî çalakiyê bû.

Di axaftina xwe da Guger destnîşan kir ku 5 sale tu xeber ji ewladê xwe nestendiye û wiha pê da çû: "Hin derd û pirsgirêkên kurê min hebûn. Ez dixwazim ew bi saxî û silametî were û teslîmî hêzên ewlehiyê bibe. Hêviya me ewe bila hemû zarok werin. Înşeallah hemû dayîk bigihîjin ewladên xwe. Min çav berda kesên di vî konî da û tesîr li ser min jî kir. Herî zêde jî Cemal Ertaşê astengdarê ku ji bo ewladê xwe hatibû ji bo min bû mînak û ez jî hatim."

Malbatên çalakiya xwe didomînin gotin ku baweriya wan a bi esker û polêsan tam e û ji ewladên xwe jî xwestin ku bila werin û teslîm bibin û ragihandin ku heta negihîjin zarokên xwe ew dev ji çalakiya xwe berdnadin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE