Malbateke din a ku li ber deriyê HDPê di nobedê de bû gihişt ewladê xwe

Malbateke din ji ên ku ji bo gihiştina ewladên xwe yê revandine çiyê, li Diyarbekirê li ber deriyê Serokatiya Wîlayetê ya HDPê beşdarê "nobeda ewladan" in, di encama hewlên qanîkirinê ya polîsan de gihişt ewladê xwe.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber deriyê Serokatiya Wîlayetê ya HDPê ya Diyarbekirê ji nobeda ku 168 roj berdewam e xebereke dilxweşker hat.

Di encama hewlên qanîkirinê ya Rêveberiyên Şaxa TEMê û Îstixbaratê ya Erzurumê de kesek ji rêxistinê reviya û li Silopiya navçeya Şirnexê teslîmî hêzên ewlekariyê bû.

Hat tesbîtkirin ku kesê teslîmbûyî Volkan Aslanê kurê Melik Aslan e ku li Diyarbekirê li ber deriyê Serokatiya Wîlayetê ya HDPê beşdarê "nobeda ewladan" e.

Hat hînbûn ku terorîstan beriya 6 salan Volkan Aslan revandine çiyê.

Digel Aslan ji destpêka nobeda ewladan ya ku li Diyarbekirê berdewam e hejmara ewladên ku vegeriyan malbata xwe gihişt 8an.AA

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2020, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE