Li Diyarbekirê malbeteke din a li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê didomand gihîşt ewladê xwe yê ku teslîmî hêzên ewlehiyê bû.
Ji malbatên ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê didomînin yeka din jî gihîşt mirazê xwe.
Metîn Açan di 13ê Rêbendanê da ji Bîngolê hat û li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ji bo bigihîje kurê xwe H. Açanê ku 4 sal berê bi xapandin revandinbûn serê çiyê, tevlî çalakiyê bû.
Duh daxwaza malbata Açan bi cih hat û kurê wan H. Açan li Deriyê Sînorê Xabûrê ku nêzî navçeya Silopiyê ye teslîmî hêzên ewlehiyê bû.
Mizgînî ji Metîn Açan û xanima wî Nejla Açanê ra hat û li ser vê ji bo îfade dayînê ew çûn Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlwhiya Bajêr û piştî îfadeyê li Midûriyeta Ewlehiyê gihîştin kurê xwe.
Dema dê û bav gihîştin ewladên xwe kelogirî bûn û hesreta wan a 4 salan jî qediya.
AA