Malbateke din a li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê seba kurê xwe yê revandine çiyê çalakiya rûniştinê dikir, gihîşt kurê xwe.
Çalakiya dayikên Diyarbekirê ya li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê dewam dike û îro jî mizgîniyek hat.
Muteber Bîrlîka ji Koacaeliyê ji bo kurê xwe Veysî (19) yê 5 sal berê dema 14 salîbû revandine çiyê beşdarî çalakiyê bûbû, mizgînî hilda ku kurê wî teslîmî hêzên ewlehiyê bûye.
Dayika Muteber dema bihîst kurê wî bi qanîkirina tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr teslîm bûye gelekî şa bû.
Bîrlîk û kurê wî Behçet bi hev ra hatin Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, piştî hesreteke 5 salan ew gihîşt kurê xwe û Veysî hembêz kir.
Dayika Muteber ew hembêz kir û giriya, paşê spasiya wan kesên ku keda wan heye kurê wê gihandine wê kir.
- Hejmara malbatên ku gihîştin zarokên xwe bû 9
Piştî dayika Hacîre Akar gihîşt kurê xwe Cafer Akarê 4 sal berê revandibûn çiyê, Husniye Kaya jî gihîşt qîza xwe Mekiye Kayayê. Helîme Kadrana dapîra Îbrahîm Halîl Kadran gihîşt neviyê xwe. Ji bilî wê Metîn Açan gihîşte kurê xwe, Nîzamettîn û Aslihan Eşrefoglu piştî hesreteke 5 salan gihîştin kurê xwe û Gevriye Ayhan jî piştî 5 salan gihîştibû qîza xwe Peldayê. Melîk û Melek Aslan jî piştî 6 salan gihîştin kurê xwe Volkan.
Bi hatina kurê dayika Muteber Bîrlîkê va hejmara malbatên li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikirin û gihîştin zarokên xwe derkete 9an.
AA