Malbateke din beşdarî çalakiya dayikên Diyarbekirê bû

Malbatên ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi çalakiya rûniştinê kirin û 894 roj e çalakiya xwe didomînin.

Malbateke din beşdarî çalakiya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din beşdarî Dayikên Diyarbekirê bû ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe didomînin.

Malbatên ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi çalakiya rûniştinê kirin û 894 roj e çalakiya xwe didomînin.

Îrem Orhan ji bo birayê xwe Omer Orhanê di sala 2016an da hê 19 salî bû û bi xapandin revandine serê çiyê hat û beşdarî çalakiyê bû.

Orhanê daxuyanî da rojnamegeran û got ku birayê wê dema li cihê wesayîtan dişon dixebitî bi darê zorê birine serê çiyê.

Di berdewamiya axaftina xwe da Orhanê got ku dayik ji bo wê bûn mînak û wiha domand: "Min ji dayikan pişt hilda û ez beşdarî çalakiyê bûm. Ez ji bo careke din bila dilê dayikan neşewite, serê wan di ber wan da nekeve û ew dayikên nikarin ji mecbûrî dengê xwe bilind bikin bê bihîstin, hatim."

Orhanê got ku hin malbat gihîştin ewladên xwe û ev yek jî hêviya wan zêdetir kir û wiha pê da çû: "Li hemberî terora ku HDP dike em bi tu awayî êdî bê deng namînin. Em ê bibin dengê bi hezaran dê û bavên bêdeng."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE