Malbateke din beşdarî çalakiya Dayikên Diyarbekirê bû

Malbatên ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi çalakiya rûniştinê kirin û 886 roj e çalakiya xwe didomînin.

Malbateke din beşdarî çalakiya Dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din beşdarî Dayikên Diyarbekirê bû yên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe didomînin.

Malbatên ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi çalakiya rûniştinê kirin û 886 roj e çalakiya xwe didomînin.

Ji Çinara navçeya Diyarbekirê Melîha Dînç ji bo qîza xwe Hatîceya 8 sal berê 16 salî revandine serê çiyê beşdarî çalakiyê bû.

Dayik Dînçê bi Kurdî daxuyanî da rojnamegeran û got ku qîza wê lîse dixwend û diçû pola 3yemîn û 8 sal e ku jê tu xeber hilnedaye.

Di berdewamiya axaftina xwe da Dînçê got: "HDPyê qîza min revand. Taqeta min nemaye. Ne şev û ne jî roja min roj e. Ez ewlada xwe dixwazim. Ez dev ji çalakiya xwe bernadim. Ma qey wan qîza min mezin kir. Min qîza xwe ji bo wan mezin kiriye gelo? Çima zarokên xwe naşînin. Zarokên wan dixwînin, dibin endezyar, doxtor, mamoste û yê me jî dişînin serê çiyê. Kezeba min dişewite."

Bav jî daxuyanî da û got: "Em ji bo bigihêjin qîza xwe beşdarî çalakiyê bûn. HDPyê qîza min revand. Heta niha tu xeber jê nehat. Ez ewlada xwe dixwazim. Heta qîza xwe hilnedim ez naçim."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE