Malbateke din beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke ku ji Wanê hat jî beşdarî nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dikin, bû.

Malbateke din beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke ku ji Wanê hat jî beşdarî nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dikin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina serê çiyê ya zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabû destpêkirin di roja 498emîn da dewam dike.

Dayik Begîhan Aga bi kurê xwe Abubekir Aga ra ji Wanê hat û ji bo kurê xwe Şabanê ku di sala 2014an da di 15 saliya wî da revandin çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Aga bi Kurdî daxuyanî da rojnamevanan û got ku ev 7 sal in ji kurê xwe xeberê hilnade û ji bo bigihêje kurê xwe beşdarî çalakiyê bû.

Aga got hêvîdar e ku hemû zarok bigihêjin malbatên xwe û wiha axivî: "Were kurê min diyar te nexweş e. Biçûkê min. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Bila ewladê mi bînin. Ewladê min hê biçûçik bû."

Abubekir Agayê ku ji bo kekê xwe çalakiyê dike jî got ku Şaban di emrê biçûk da hat revandin û ji bo ku bigihêjin wî dê çalakyê bidomînin.

Aga da zanîn kekê wî ji bo ku biçe cihê lê dixebite sibehê ji mal derket û cardin ji xeber hilnedan û got ku "Heke tu min dibihîzî vegere were. Em li benda te ne. HDPyê kekê min revand. Ji ber wî ez û dayika min beşdarî çalakiyê bûn."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE