Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

"Kurê min nexweş bû, qels bû. Rêxistinê ew revandiye lê ew sebî wê çi bi kêrî wan bê? Kurê min ê nexweş revandin, çima nîşanî min nadin, nadin min?"

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Nobeta Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên wan ên bi xapandin revandine serê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin didome û malbeteke din jî beşdarî rûniştinê bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 320î da dewam dike. 

Hatîce Ay a ji bo kurê xwe Muhammed Canbey ê 5 sal berê hê di 15 saliya xwe da li Baglara navçeya navendî ya Diyarbekirê ku revandibûn serê çiyê hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Dayika biêş û keder got ku ewladê wê yê pê ra nexweşiya talasemiyê hebû û lazim e hertim bê kontrolkirin rojeke ji malê derket û got diçe kar û ji wê rojê vir va tu xeber jê hilnedan.

 Ayê got ku bi salan e ew li kurê xwe digere û wiha dewam kir: "Ez heta hebim ez ê li pey kurê xwe bim. Kurê min nexweş bû, qels bû. Rêxistinê ew revandiye lê ew sebî wê çi bi kêrî wan bê? Kurê min ê nexweş revandin, çima nîşanî min nadin, nadin min? Kurê min nikaribû zêde bimeşe. Ji min ra digot bêhna min diçike, xwedan didim, nexweş im. Dema birçî dibû xwarin tunebûya çav lê tarî dibûn. Digot dayê ez birçîme ew lawik niha li çiyê çi dike?"

Ayê di axaftina xwe da ragihand wê dema dayik di têlevizyonê da dît ji bo tevlîbûna çalakiyê biryar da û wiha pê da çû: "Ji min ra gotin ku dema tu biçî wê derê wê kurê te bikujin. Ez ditirsiyam, lê min dît ku wa milet digihêje ewladên xwe û ez jî hatim." 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE