Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 345an da dewam dike.

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 345an da dewam dike.

Abdulsamet Doganê ji bo Ferdiyê kurê xwe yê 5 sal ber di 16 saliya xwe da revandin çiyê ji Mûşê hat, beşdarî çalakiyê bû.

Dogan diyar kir ku kurê wî di sala 2015an da ji bo bixebite çû Stenbolê, dema li fabirqeya tekstîlê dixebitî bi carekî winda bû û paşê qet jê xeberek hilneda.

Dogan got di televizyonê da dîmenên zarokên ji rêxistina terorê revîn û gihîştin malbatên xwe temaşe kir û li ser vê biryar da ku beşdarî çalakiyê bibe.

Dogan got bi salanê ciyê lê li kurê xwe negere nema lêbelê encamek bi dest nexist û wiha axivî: "Em pir li gede geriyan lê me nedît. Bira kurê min were teslîmî dewletê bibe. Ez ji bo wî hatin vê derê. Me bi malbatî bîriya wî kiriye. Kes naxwaze zarên xwe biavêje nav agir. Ez jî naxwazim. Kurê xwe ji HDPyê dixwazim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE