Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 485an da dewam dike.

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 485an da dewam dike.

Bayram Yektînê bav ji bo Recepê kurê xwe yê 5 sal berê di 15 saliya xwe da revandin çiyê ji Mûşê hat û beşdarî çalakiyê bû.

Yetkîn got ji bo bigihêje ewladê xwe beşdarî çalakiyê bû û wiha pê da çû:

"Kurê min şivantî dikir. Çûbû heywanan biçêrîne. Heywan êvarê hatin, ew nehat. Ji wê rojê vir da min xeberek jê hilneda. Dibe ku min bibihîze û bibîne teslîm bibe. Înşaellah em ê hatina wî jî bibînin."

Yetkin bangi kurê xwe kir û got, "Kurê min li serê çiyê çi dikî? Were cem bavê xwe. Di 15 saliya te da tu xapandin birin. Were xwe bispêre dewleta me. Me pêrîşan neke."

Wekî mayîn hin malbatên ji bo zarokên xwe li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiyê dikin jî dirûşmeyên dijî PKKya rêxistina terorê û HDPyê gotin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE