Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

"Ez kurê xwe ji HDP û PKKyê dixwazim. Tu çawa ketî wê dafikê. Vegera mala xwe, te cegera me şewitand"

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî tevlî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 513emîn da dewam dike. 

Fatma Çoban ji bo kurê xwe Huseyîn ku 8 sal berê ji Kilîsê çû mêvandariya eqrebayên xwe yên li Sûriyeyê û careke din xeber jê nehat sitandin, beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Çobanê diyar kir ku wê di têlevîzyonê da çalakiya dayikan dît û biryar da ku beşdar bibe.

Çobanê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha dewam kir, "Huseyîn tu li ku bî were, ez qurbana te bim. Ez te dixwazim. Ez kurê xwe ji HDP û PKKyê dixwazim. Tu çawa ketî wê dafikê. Vegera mala xwe, te cegera me şewitand."

Birayê Huseyîn, Mehmet Çoban jî diyar kir ku ji 2013an vir va ew ji birayê wî yê mezin xeberê nasitînin û her wiha ew di bin bandora çalakiya dayikan da man û ew hatin vê derê.

Çoban wiha xeberda, "Rêxistina terorê PKKyê birayê min biriye û dîl girtiye. Ez nizanim çi dikin. Ez dixwazim birayê min vegere malê. Ez dixwazim birayê min teslîmî hêzên ewlekariyê bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE