Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 543yan da dewam dike.

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû. Nobeta dayikên Diyarbekirê bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 543yan da dewam dike.

Nazmî û Şemîran Turana qîza wî ji bo Kadriyeya 8 sal berê di 15 saliya xwe da revandin çiyê ji Çuxurcaya navçeya Hekariyê hatin û beşdarî çalakiyê bûn.

Turan diyar kir ku qîza wê ji bo here dawetê ji mal derket û paşê jê tu xeberek hilnedan û terorîstên PKKyî qîza wî revandin.

Turan got ji bo bigihêje qîza xwe serî li gelek ciya xist lêbelê encamek bi dest nexist û wiha pê da çû: "Ez qîza xwe ji HDPyê dixwazim. Bira di dema herî kin da ewlada me teslîmî me bikin. Qîza min dixwend û digot 'Ez ê bibim polês'. Qîza min revandin. Ji wê rojê vir da xebera me jê tune."

Şemîran Turanê jî got dixwaze bigihêje xwenga xwe.

Turanê got ku dê û bavê wê berê bi teşkîlatê HDPyê ra axivîn gotin "Qîza me bidin, lêbelê wan jî gotin "Me nebiriye". Turanê wiha got: "HDPyê bir. Kes bi tena serê xwe nikare derkeve çiyê. Ez ji HDPyê xwenga xwe dixwazim. Kes nikare zarokan birevîne. Ez ê li vê derê li benda xwega xwe bimînim. Hetanî neyê jî dev jê bernadim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE