Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Fahriye û Nusret Bîngolê ji bo kurê xwe Vedatê ku di 2019yan da dema ew 22 salî bû ji Sûra navçeya Diyarbekirê revandine çiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê didomînin bû.

Malbatên ku ji bo xapandin û revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û çalakiya wan di roja 960emîn da dewam dike.

Fahriye û Nusret Bîngolê ji bo kurê xwe Vedatê ku di 2019yan da dema ew 22 salî bû ji Sûra navçeya Diyarbekirê revandine çiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Bîngol ji rojnamevanan ra daxuyand dema kurê wî ji bo xebatê li Stenbolê bûye ew birîne çiyê.

Bîngol got 3 sal e ew tu xeberê ji kurê xwe hilnade û wiha axivî: "Kurê min ji avahiyê HDPyê revandine, ji wê rojê vir va me tu xeber jê hilnedaye. Ev çend roj e jî li ser înternetê dibêjin ji ber ku ez bûme mixtar kurê min kuştine. Heke HDPyî ji xwe bawer in bila zarokên xw bişînin wê derê. Em feqîr û mexdûr in. Bila zarokên me nebin wir û nekujin. Heke kurê min mirîbe bila cinazê wî bişînin. Ez bawer nakim. Heta cinazê wî neyê ez ji vir naçim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE