Malbateke din beşdarî dayikên Diyarbekirê yên ku li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta xwe didomînin, bû.
Malbatên HDPyê wek berpirsên xapandin û revandina zarokên xwe yên li çiyê dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi nobetê kirin û 936 roj e çalakiya xwe didomînin.
Aydî Yîgîta ji bo qîza xwe Sitiya ku di sala 2012an da ji Hekariyê revandibûn serê çiyê hat û beşdarî nobeta dayikan bû.
Yîgîtê daxuyanî da rojnamegeran û got: "10 sal e min qîza xwe nedîtiye. PKK û HDPyê qîza min revandin. Ez ewlada xwe ji HDP û PKKyê dixwazim. Heta qîza min neyê ez dev ji çalakiyê bernadim."
Dayika bi derd û keser ji qîza xwe jî xwest ku bila vegere mala xwe.AA