Malbateke din jî beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bû

Malbatên HDPyê wek berpirsên xapandin û revandina zarokên xwe ya çiyê dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi nobetê kirin û 921 roj e çalakiya xwe didomînin.

Malbateke din jî beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din beşdarî dayikên Diyarbekirê yên ku li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPnobeta xwe didomînin, bû.

Malbatên HDPyê wek berpirsên xapandin û revandina zarokên xwe ya çiyê dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi nobetê kirin û 921 roj e çalakiya xwe didomînin.

Refîka Dogana ji bo qîza xwe Dîlbera 8 sal berê 22 salî li Mûşê revandin serê çiyê hat û beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bû.

Doganê daxuyanî da rojnamegeran û got: "HDPyê di sala 2014an da qîza min ji min qetand. Ez dixwazim bila qîza min bidin min. Min gelek bêriya qîza xwe kiriye û 8 sal e çavê min li rêya wê ye, xew nakeve çavê min. Evqas sal e em li te digerin, ez gorî tu li ku derê bî derkeve were."

Doganê destnîşan kir ku wê malbat çalakiya xwe bidomînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE