Malbateke din jî gihîşt ewladê xwe

Bayram Yetkînê bav hat Fermandariya Cendirmeyên Bajêr a Diyarbekirê, 6 sal şûnda gihîşt kurê xwe, hembêz kir û giriya.

Malbateke din jî gihîşt ewladê xwe

Malbata Yetkîn a ji bo bigihêje ewladê xwe yê revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikir gihîşt ewladê xwe.

Malbata Yetkîn ji bo ewladê xwe di 30yê berfanbara 2020î da ji Mûşê hat Diyarbekirê beşdarî çalakiya rûniştinê bû. Di encama xebatên qanîkirinê da Recepê ewladê malbatê li Şirnexê teslîmî hêzên ewlekariyê bû.

Bayram Yetkînê bav hat Fermandariya Cendirmeyên Bajêr a Diyarbekirê, 6 sal şûnda gihîşt kurê xwe, hembêz kir û giriya.

25 malbat gihîştin ewladê xwe

Malbaya Yetkîn jî gihîşt Recepê kurê xwe û bi vî awayî hejmara malbatên gihîştin ewladê xwe derkete 25an.

Hacîre Akara dayik di 24ê tebaxa 2019an da gihîşt Mehmetê kurê xwe piştî vê Hatîce Ceylan gihîşt Caferê kurê xwe, Husniye Kaya gihîşt Mekiyeya qîza xwe, Halîme Kadrana prîk gihîşt Îbrahîm Halîl Kadranê neviyê xwe, Metîn Açan gihîşt H. Açanê kurê xwe, Nîzamettîn û Aslihan Eşrefoglu gihîştin Huseyinê kurê xwe, Gevriye Ayhan gihîşt Peldaya qîza xwe, Melîk û Melek Aslan gihîşttin Volkanê kurê xwe, Muhteber Bîrlîk gihîşt Veysiyê kurê xwe, Cahide Alkan gihîşt Mehmet Emînê kurê xwe, Şahîze Altinkaynak gihîşt Halîseya qîza xwe, Cemal Ertaş gihîşt Ramazanê kurê xwe, Naîme Dalmiş gihîşt Tekoşîna qîza xwe, Haşîm Açarê teslîm bibû piştî dermankirinê teslîmî bavê wî kirin, Sever Fîdan gihîşt Tayfurê kurê xwe, Gulşen Çetîn gihîşt Erdalê kurê xwe, Meryem Fahrettîn Akkuş gihîştin Erkanê kurê xwe, Perîhan û Fettah Kaya gihîştin Cumayê kurê xwe, Safiye û Mehmet Emîn Coşkun gihîştin Îbrahîmê kurê xwe, Kezîban û Mehmet Yalçin gihîştin Yasmîna qîza xwe, Guluzar û Sidik Fîdan gihîştin Ferdiyê kurê xwe, Gullî û Zekî Bal gihîşt Yusufê kurê xwe, Selma Han gihîşt Onurê kurê xwe, M.O. gihîşt Recepê kurê xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE