Malbateke din jî gihîşt zarên xwe

Naime Dalmişa dayik ku li Diyarbekirê li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê dike, piştî hesreta 6 salan keça xwe ya ku teslîmî hêzên ewlekariyê bû hemêz kir

Malbateke din jî gihîşt zarên xwe

Bi xebata qanîkirinê ya hêzên ewlekariyê va malbateke din jî ku li ber avahiya Serokatiya Parêzgeha Diyarbekirê ya HDPyê çalakiya rûniştinê dikir, gihîşt ewlada xwe.

Di encama xebatên qanîkirinê ku bi alîkariya malbatan tê meşandin da terorîst ji rêxistina terorê PKKyê direvin û tên teslîm dibin.

Têkoşîn Açar (27) ku bi xebata Fermandariyên Cendirmeyên Şirnex û Şanliurfayê duh teslîm bû, bi dêya wê ya ku li Diyarbekirê di nobeda ewladê da beşdar e ra anîn cem hev.

Naime Dalmişa dayik ku hat Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Diyarbekirê, piştî hesreta 6 salan keça xwe Têkoşîn hemêz kir û giriya.

- Hejmara malbatên ku gihîştin ewladên xwe derket 13an

Piştî dayik Hacire Akarê, Hatice Ceylan gihîştibû kurê xwe ku 4 sal berê revandibûn çiyê, Husniye Kaya gihîştibû keça xwe, Halime Kadrana dapîr gihîştibû neviyê xwe, Metin Açanê bav gihîştibû kurê xwe, Nizamettinê bav û Aslihan Eşrefogluya dê piştî hesreta 5 salan gihîştibûn kurê xwe, Gevriye Ayhana dê gihîştibû keça xwe, Melikê bav û Melek Aslana dê piştî hesreta 6 salan gihîştibûn kurê xwe yê ku teslîmî hêzên ewlekariyê bû, Muhteber Birlika dê gihîştibû kurê xwe yê ku 5 sal berê gava 14 salî bû hatibû revandin, Cahide Alkana dê gihîştibû kurê xwe, Şahize Altinkaynaka dê jî gihîştibû keça xwe.

Duh piştî ku Haşim Açar û Têkoşîn Açar jî teslîmî hêzên ewlekariyê bûn, hejmara malbatên ku li Diyarbekirê li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin gihîştin ewladên xwe, derket 13an.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE