Malbateke din jî tevlî çalakiya dayikên Diyarbekirê bû

Sakîne Kartala ji Hezexa navçeya Şirnakê ji bona kurê xwe yê bi navê Veysî Kartal hat tevlî çalakiya dayikên Diyarbekirê bû û got ku em dizanin ku HDPyê kurê min biriye, kurê min cahil bû, xapandin û birin.

Malbateke din jî tevlî çalakiya dayikên Diyarbekirê bû

Beşdariya ji bona çalakiya dayikên Diyarbekirê ku ji bona zarokên xwe yên revandine çiyê li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Diyarbekirê ji 3yê Îlona 2019an vir va nobetê digirin, didome.

Sakîne Kartala ji Hezexa navçeya Şirnakê ji bona kurê xwe yê bi navê Veysî Kartal hat tevlî çalakiya dayikên Diyarbekirê bû.

Kartala bi Kurdî daxuyanî da destnîşan kir ji bona kurê xwe yê revandine çiyê tevlî çalakiya rûniştinê bûye û wiha got: "Dewa min hatina kurê min e. Em dizanin ku HDPyê kurê min biriye. Kurê min cahil bû, xapandin û birin."

Sakîne Kartal diyar kir hizûra mala wan nemaye û wiha axivî: "Heqê wan tuneye kezeba me bişewitînin. Kezeba me şewitandin û agir berdan mala me. Kurê min bidin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE