Beşdarîbûna çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê ku bi hêviya bigihîjin zarên xwe yên endamên rêxistina terorê ew bi xapandin revandin serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, dewam dike.
Dayîkên Diyarbekirê yên ji ber revandina zarên xwe HDPyê wekî berpirsyar dibînin û di 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin ev 165 roj in çalakiya xwe didomînin.
Tevlî piştgiriyê beşdarîbûnên çalakiya rûniştinê ya dayikan jî her diçe zêde dibe û herî dawîn ji Karaçobana navçeya Erziromê Melîk Aslan ji bo kurê xwe Volkanê ku 6 sal berê di 14 saliya wî da revandin serê çiyê, hat û tevlî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû.
Aslan got ku ew pir zêde li kurê xwe geriya lê bi tu awayekî nikaribû xwe bigihîne ewladê xwe û wiha pê da çû: "Kurê min revandin, hin kes wan dibin û teslîmî yên li serê çiyê ne dikin, wan difiroşin. Em li alî dewletê ne û li alî teror û tundiyê nînin. Baweriya me bi dewleta me heye û ji tu kesî jî em natirsin. Ez ji HDP û PKKyê kurê xwe dixwazim. Em perîşan bûne, mexdûr in. Heta ku ez sebiyê xwe hilnedim ji vê derê naçim. Em ê tevlî van malbatan vê tevgera xwe bidomînin."
Aslan bangî kurê xwe kir û got: "Kurê min were, neyê xapandin. Em li alî dewleta xwe li alî Komara Turkiyeyê ne."
AA