Beşdarbûna çalakiya rûniştinê ya Dayîkên Diyarbekirê ya ku ji bo bigihîjin zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, dewam dike.
Dayîkên Diyarbekirê yên ji ber revandina zarên xwe HDPyê wekî berpirsyar dibînin û di 3yê îlonê da çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin ev 158 roj in çalakiya xwe didomînin.
Dayîk Hamrî Turan a ku ji Hekariyê bo qîza xwe Aysel a 5 sal berê revandin serê çiyê hat û tevlî çalakiyê bû daxuyanî da û got ku bi hêviya bigihêje qîza xwe derket vê rêyê.
Turanê destnîşan kir ku qîza wê dema xwendekara pola yekemîn a lîseyê bû hat xapandin û ji wê rojê vir va tu xeber jê hilnedan.
Dayika ji ber qîza xwe hêstiran dibarîne got: "Ez dixwazim bila qîza min paşve were û ez ji ber vê hatim. Ez qîza xwe ji HDPyê dixwazim. Heta qîza min neyê ez ji vê derê naçim."AA