Malbatên Hekariyî ji bo ewladên xwe çalakiya li pêşiya HDPyê domand

Malbatên Hekariyî ji bo ewladên xwe çalakiya li pêşiya HDPyê domand

Li Hekarimalbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê û ji revandina zarokên xwe HDPyê wek berpirsiyar dibînin, vê hefteyê jî li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya rûniştinê kir.

Malbat li ser kolana Cumhuriyêtê civiyan û pankart û dowîzên ku li ser "Dayikên Hekariyê mil didin dayikên Diyarbekirê û nobeta ewladan digrin" nivîsar in, alayên Tirkiyeyê û wêneyên zarokên xwe di destê xwe da anîn.

Malbatan di eleyhê HDP û PKKya rêxistina terorê da duruşme berz kirin û heta pêşiya avahiya partiyê meşiyan û hewl dan ku dengê xwe bi zarokên xwe bidin bihîstin.

Leyla Çîftçiya ku PKKyê tiyê wê revandiye, li ser navê grûbê daxuyanî da û diyar kir, 30 hefte ne ku ew dikin hewar û gazî ku bigihêjin ewladên xwe û wê vê hewar û gaziyê bidomînin.

Çîftçiyê daxuyand, zarokên wan wê nebin piyonê kesî û wiha dewam kir:

"PKK û alîgirên wê di gola hêsirên dayikan da bixeniqin. Êdî bes e, bila bira li birê nexe. Werin netirsin, em bibin yek. Em hemû bi hev ra ewladên xwe ji çiyê peya bikin. Em bawer dikin ku bi saya dayikên ku dengê xwe didin bihîstin, em ê ewladên xwe yên li cem rêxistinên terorê xelas bikin. Em bi hemû dayikên ku nobeta ewladan digirin ra dibêjin ku bila terorê bi dawî bibe. Em ji vê derê bangî hemû Tirkiyeyê dikin. Roj roja yekîtî û bihevrabûnê ye. Gelê Hekariyê di serî da bila hemû gelê me êdî şiyar bibe. Bila rûyê rastîn ê PKKya xayîn û taşeronên wê bibînin. Wekî dayikên Hekariyê em bang dikin. Werin beşdarî me bibin, em vê doza xwe ya mafdar bi hev ra mezin bikin. Em bi zarokên xwe ra siberojan şad û bextewar bijîn. PKK wê têk biçe, dayik wê bi serkevin. Dema ku PKK têk biçe, dilê ti dayikê wê neşewite. Xwînrijandi û kuştinên wan wê bi dawî bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE