Li Hekariyê malbatên HDPyê wekî berpirsyarê revandina çiyê ya zarokên xwe dibînin çalakiya li pêşiya avahiya serokatiya bajêr a partiyê li dar dixistin vê hefteyê jî domandin.
Malbatên mexdûrê terorê yên li Kolana Cumhuriyetê kom bûn hetanî pêşiya avahiya HDPyê meşiyan.
Malbatan di hefteya 22yan a çalakiyê da bertek nîşanî HDPyê dan û qasî demekê çalakiya rûniştinê kirin.
Leyla Çîftçiyê li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo zarokên bi xapandinê revandine çiyê li vê derê hatin ba hev.
Çîftçiyê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka teror heye û wiha axivî: "Ya ku ji Kurdan ra cudakariyê dike jî rêxistina terorê ye ya ku mafê jiyanê nade Kurdan jî rêxistinên terorê ne. Em ê hetanî dawiyê têkoşînê bidin. HDP û PKKyê bidin der û dayikê bi ser bikevin."
Reşît Koçê ji bo qîza xwe ya revandine çiyê hem li Diyarbekirê hem jî li Hekariyê beşdarî çalakiyê dibe got çalakiya xwe didomînin û wiha pê da çû:
"Em ji bo bigihêjin ewladên xwe çalakiyê dikin. Hetanî ewladên me neyên em dev ji çalakiyê bernadin. Em li dijî HDP û PKKyê ne. Em bi wan bawer nakin. Ma kê dixapînin? Lenet li PKKyê were."
Malbat paşê bi dirûşmeyan belav bûn.
AA