Malbatên ji ber terorê mexdûr bûne li pêş Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Malbatên ji ber terorê mexdûr bûne li pêş Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Li Hekariyê malbatên ji rûyê PKKya rêxistina terorê da mexdûr bûne li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe vê hefteyê jî domandin.

Malbatên li ser Kolana Cumhuriyetê hatin bal hev di dest wan da alayên Tirk û pankartên li serê "Dilê tu dayikekê wê neşewite, PKK wê têk biçe, dayikê bi ser kevin" û wêneyên zarokên wan di dest wan da ber bi avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê va meşiyan.

Di hefteya 12mîn a çalakiyê da malbatan bertek nîşanî PKK û HDPyê dan û hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.

Leyla Çîftçî ku ji bo xizmê xwe beşdarî çalakiyê bûbû li ser navê malbatan daxuyanî da û got ku ji bo malbat bigihêjin ewladên xwe û dengê xwe bidin bihîstin hatine bal hev.

Çîftçiyê xwest ku bila piştevaniya ji bo çalakiyê zêdetir be û wiha domand: "Em hemû dayikên ku ji bo ewladên xwe di nobetê da ne dibêjin bila êdî dawî li terorê bê. PKK wê têk biçe û dayikê qezenc bikin."

Malbatên beşdarî çalakiyê bûn demekê çalakiya rûniştinê kirin û dirûşmeyên dijî PKK û HDPyê berz kirin û paşê jî çûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE