Malbatên ji ber terorê mexdûr in li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Hakkariyê çalakî kirin

Malbatên ji ber terorê mexdûr in li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Hakkariyê çalakî kirin

Li Hakkarimalbatên ku zarokên wan ji alî terorîstên PKKyê va hatine revandin li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê çalakî kirin.

Malbatên ji ber terorê mexdûr in ku ev 5 hefte ye li ser Kolana Cumhuriyetê rojên îniyan tên bal hev di dest wan da bi alayên Tirk, pankart û dowîzan va ber bi avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê va meşiyan.

Leyla Çîftçî ya ku tiyê wê ji alî PKKya rêxistina terorê va hatiye revandin li ser navê malbatan daxuyanî da û got ku jin û dayikên Hakkariyî ji bo dengê xwe bi zarokên xwe bidin bihîstin hatin bal hev û bi saya dayikên kezeba wan diperite wê zarok ji nav destê rêxistina terorê xilas bibin.

Çîftçiyê diyar kir ku ew zarokên xwe ji HDPê dixwazin û wiha domand: "PKK wê têk biçe û dayik qezenc bikin. Dema PKK têk biçe dilê tu dayikê wê neêşê û wê dawî li xwîn û mirinan bê. Em ji vê derê bangî herkesî dikin ew kesên niha li cem me nînin û lê ji hêla fikr û ramanê va wek me difikirin werin tevlî me bibin û em vê doza xwe ya ku em mafdar in bi hev ra mezin bikin. Ji bilî vê ew doza ji bo girtinê li HDPê hatiye vekirin jî me bihîst û em kêfxweş bûn û piştgiriyê jî didinê."

Reşît Koçê ku qîza wî revandine serê çiyê got ku 8 sal berê qîza wî bi xapandin birine û ji wê rojê vir va çavê wî li rêya keça wî ye û wiha domand: "Di nav vî 8 salî da me gelek zor û zehmetî dît. Em jî ji bo ewladên xwe vê çalakiyê dikin û armanceke me ya din tuneye. Em zarokên xwe dixwazin. Heta ku zarokên me neyên em ê vê çalakiyê bidomînin. Em dev jê bernadin."

Piştî daxuyaniyan malbatên kom bûbûn li dijî PKK û HDPyê dirûşme berz kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE