Malbatên li Vanê nobeta ewladan digrin bangî zarokên xwe kirin

Malbatan diyar kirin ku ew ê çalakiyê bi biryardarî bidomînin, xeyala wan ew e ku bigihêjin zarokên xwe yên bi salan e wan nabînin.

Malbatên li Vanê nobeta ewladan digrin bangî zarokên xwe kirin

Malbatên li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ya Vanê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin bangî zarokên xwe kirin ku bira teslîm bibin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da li Diyarbekirê dabûn destpêkirin ji bo malbatên zarokên wan hatine xapandin bû hêvî.

7 malbatên berê ji bo zarokên xwe li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê didomandin vê carê li Wana memleketê xwe li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Vanê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatan diyar kirin ku ew ê çalakiyê bi biryardarî bidomînin, xeyala wan ew e ku bigihêjin zarokên xwe yên bi salan e wan nabînin.

"Em ê vê derê terk nekin"

Fevzî Yagmurê ji bo kurê xwe yê di sala 2014an da di 18 saliya xwe da revandin çiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji kurê xwe tu xeberê hilnade.

Yagmur destnîşan kir ku qasî 45 rojan li Diyarbekirê beşdarî çalakiya rûniştinê bû û wiha axivî: "Vê şûnda em ê çalakiya xwe li vê derê bidomînin. Em ê vê derê terk nekin. Kesên her tim qala gelê Kurd dikin çi heqê wan heye ku zarokên me revandin. Bi vî awayî heq nabe. Cegera me dişewite. Ez bangî kurê xwe û ciwanan dikim, werin teslîm bibin."

"Zarokên me diavêjin ber fîşengan"

Atiye Dayana dayik jî got Şîlan Dayana qîza wê di sala 2015an da dema 17 salî bû revandin çiyê û bi hesreta wê dijî.

Dayanê got qîza xwe ji HDP û PKKyê dixwaze û wiha pê da çû: "Ji bo herin Diyarbekirê îmkana me tunebû. Em êdî li vê derê ne. Bedeleke min tune ku bidim HDPyiyên di wê avahiyê da rûdinin. Ez ewlada xwe ji wan dixwazim. Hetanî şeveqê kincên qîza xwe bêhn dikim. Ez bangî hemû mexdûrên HDP û PKKyê dikim, netirsin dengê xwe bilind bikin. Em jî natirsin, em ê çalakiya xwe bidomînin. Zarokên Pervîn Buldanê li kreşên taybet dixwînin, zarokên me li çiyê diavêjin ber guleyan. Ez bangî qîza xwe dikim, lêxe were mala xwe. Zarokên me yên ku bidin van kujerên dergûşan tunin."

"Bira qîza min nebe kujerê birayê xwe"

Nazli Sancara qîza wê ya 13 salî revandin çiyê jî got, "Kurekî min esker e, qîza min li çiyê ye. Bira qîza min nebe kujerê birayê xwe. Qîza min were, teslîmî hêzên dewleta me be, ew li benda we ne. Em ewladên xwe ji HDP û PKKyê dixwazin."

Eyyup Baranê ji bo kurê xwe çalakiyê dike jî got, "Em bimrin jî em ê çalakiya xwe bidomînin. Em ê bi ser bikevin, ew ê qehr bibin. Xwedê wan pêrîşan bike. Berpirsyarê revandina zarokên me HDP ye, bira hesab bide."

Fîkret Koç diyar kir ku 8 sal e ji kurê xwe tu xeberê hilnade, bi hêviya bigihêjin zarokên xwe beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû, ji vê şûnda jî ew ê li Vanê çalakiyê bidomînin.

Begihan Aga jî xeyal dike bigihêje kurê xwe yê dema dixebitî xapandin û revandin çiyê wiha axivî: "Ez bi salan li ewladê xwe geriyam lê min nedît. Cegera me dax kirin, hizûra mala me revandin. Em ji wan dixwazin ku bira zarên me paşda bînin."

Heyîvhan Tana diyar kir ku kurê wê yê 22 salî yê dixwest bibe mamoste ketiye destê rêxistina terorê û wiha pê da çû: 

"Kurê min dema li Stenbolê dixebitî hat xapandin. Hê teze eskeriya xwe xilas kiribû. Ew ê bibûya mamoste. Ji wê rojê vir da jê xeberekê hilnadim. Ez dixwazim ewladê min bînin. Ji bo vê em li vê derê ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE