Malbatên Mûşî bi hêvî li benda wê rojê ne ku bigihêjin zarokên xwe

Malbatên Mûşî bi hêvî li benda wê rojê ne ku bigihêjin zarokên xwe

Li Mûşê malbatên ku li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin, bi hêvî li benda wê rojê ne ku bigihêjin zarokên xwe yên ku ji hêla rêxistina terorê PKKyê hatine revandin.

Malbatên ku dixwazin bigihêjin zarokên xwe ji 7ê Nîsanê vir va her hefte roja çarşemê li ber avahiya HDPyê tên cem hev û çalakiya rûniştinê dikin.

Bi saya çalakiya rûniştinê ya dê û bavan û her wiha bi xebatên qanîkirinê va zarokên hin malbatan ji rêxistinê revîn û hatin teslîmî hêzên ewlekariyê bûn û lewma jî vê yekê kir ku hêviya dê û bavên ku ewladên wan hatine revandin zêde bibe.

Li Mûşê bi beşdariya 2 malbatên nû va hejmara malbatên çalakiyê dikin derket 37an.

Malbatên ku wêneyên zarokên xwe bilind kirin, bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin û bertek nîşanî rêxistina terorê PKKyê û her wiha HDPyê dan.

Naciye Sonmez Yildizê ku 6 sal berê kurê wê yê 15 salî ji Tetwana Bidlîsê hat revandin, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku bi salan e ew li bendê ne ku kurê wê vegere û wiha got, "Dewlet di vê mijarê da li cem me ye. Em ê zarokan li wir nehêlin. Kurê min tu li ku bî, derkeve were, were teslîmî dewletê be."

Ayten Koçhanê jî diyar kir ku kurê wê 8 sal berê hat revandin û ji wê demê vir va wan tu xeber ji kurê xwe hilneda.

Koçhanê got ku ew kurê xwe ji HDP û PKKyê dixwaze û wiha got, "Em ji HDP û PKKyê natirsin. Tu tişt ji ewladê min biqîmettir nîne."

Alaattin Koçhanê bav jî wiha bangî kurê xwe Ersîn kir, "Kurê min vegere were, teslîmî dewleta xwe bibe. Bi hinekan bawer nebe, xêra wan ji te ra tune. Tevî hevalên xwe vegerin, werin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE