Malbatên Vanî yên zarokên wan revandine çiyê dixwazin dengê malbatan bêtir derkeve

Malbatên Vanî yên zarokên wan revandine çiyê dixwazin dengê malbatan bêtir derkeve

Malbatên li Vanê PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê ji dê û bavên di heman rewşê da ne dixwazin ku bila werin cem wan û hemû bi hev ra dengê xwe bidin bihîstin.

Li Vanê malbatên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin ji 27ê Sibatê vir va her hefte li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a partiyê çalakiya rûniştinê dikin û hejmara malbatan jî niha gihîşt 23yan û çavê wan li rêya vegera ewladên wan e.

Malbatên dest bi çalakiyê kirine bi biryar in ku dengê xwe zêdetir bidin bihîstin û dixwazin hemû dê û bavên di halê wan da ne jî bile werin cem wan û dengê xwe bi hev ra bilindtir bikin.

- "Em dengê xwe bilind bikin zarokên xwe bixwazin"

Atiye Dayana ku ji bo qîza wê Şîlan Dayana hê di 17 saliyê da bi xapandin revandine serê çiyê, di çalakiyê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Bi salan e min ewlada xwe nedîtiye. Ez bi dehan carî rastî gefên PKKyê hatim lê digel vê min ji hewl û xebata xwe dev berneda. Ez li vê derê bangî qîza xwe dikim. Ew we bi kar tînin û werin teslîmî dewletê bibin. HDPyî li malên xwe kêf dikin û zarokên me jî avêtine ber gule û bombeyan."

Dayanê ji malbatên di halê wan da ne xwest ku bila werin tevlî çalakiyê bibin û piştgiriyê ji hev bistînin.

- "Bila hemû malbat bibin dengê vê çalakiyê"

Eyyup Baranê ku bo kurê xwe yê di sala 2015an da rêxistina terorê ew revandibû, beşdarî çalakiyê bû jî got ew bi hefteyan e çalakiyê dikin û çavê wî li rêya vegera kurê wî ye.

Baran got ku kurê wî ji alî HDPyê va hatiye xapandin û wiha pêda çû: "Karê ku ev dikin hovîtî ye. Zarokên me ji me qetandin. Em zarokên xwe ji HDP û PKKyê dixwazin. Bila tu zarokek li serê çiyê nemîne. HDPyî zarokên xwe li Amerîka, Ewropa û dibistanên taybet didin xwendin û zarokên reben û belengazan jî direvînin serê çiyê. Bila hemû malbat piştgiriya vê çalakiyê bikin. Bila herkes were vê derê û dengê xwe bide bihîstin. Bila tu kes ji HDPyiyan netirse, dewlet li alî me ye. Înşeallah em ê bigihêjin zarokên xwe."

Perîhan Ertaşê jî destnîşan kir ku kurê wê Yusuf Ertaş heft sal berê bi xapandin revandin serê çiyê û wiha pê da çû: "Min ewladê xwe dabû ber xwendinê. Ew ê bibûya mamoste. Ji bo xwendina wî ya ji destê min hat min kir. Ji roja ku revandine heta îro min tu xeberek jê hilnedaye. Kezeba min diperite. Ez dixwazim gavek zû bigihêjim ewladê xwe. Ez ji herkesî dixwazim ku bila piştgiriyê bibin vê çalakiya me."

Nazli Sancara qîza wê revandine serê çiyê jî bangî hemû dayikan kir û got ku bila ew netirsin, werin û ewladên xwe ji nav lepên bêbextan derxin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE