Malbatên Wanî çalakiya ya li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgehê domandin

Malbatên Wanî çalakiya ya li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgehê domandin

Li Wanê malbatên ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin, çalakiya xwe ya li ber serokatiya partiyê ya parêzgehê vê hefteyê jî domandin.

Malbatên ku li ser Kolana Komarê hatin cem hev, dowîzên "Em di nobeda ewladan da ne", "Êdî bes e, destê xwe ji me bikişînin", "Zarokên me dê nebin piyonên kesî", "Dayikên Wanê di nobeda ewladan da ne", "Em zarokên xwe dixwazin" û "Çiyayan ji teyr û tûyan ra bihêlin" vekirin.

Malbatan bangî zarokên xwe kirin ku bila werin û teslîm bibin.

Aynur Aslana ji bo tiyê xwe Fatîh Aslan beşdarî çalakiyê bû got ku 10 sal berê bi xapandin hatiye revandin û wiha domand: "Fatîh vegere mala xwe. Te xapandin, tu hêj zarok bûyî wê demê."

Aslanê destnîşan kir ku xesiya wê nexweş e û wiha pê da çû: "Were bila dayika te te bibîne. Hevalên te li malên xwe ne û zewicîne bûne xwedî mal. HDPê we xapand û bir, êdî nedin pey wan."

Alîkarê Serokê Federasyona Malbatên Şehîd û Gazî yên Herêma Rojhilatê Anadoluyê Adem Gemîcî jî got: "Em tevlî endamên xwe hatin piştgiriyê bidin dayîkên ku bo ewladên xwe li ber xwe didin û em ê bidin jî. Em lenet li rêxistina terorê tînin û bi tundî jî şermezar dikin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE