Malbatên zarokên wan revandine çiyê eydê bixemgînî pêşwazî dikin

Malbatên zarokên wan revandine çiyê eydê bixemgînî pêşwazî dikin

Li Bidlîs û Mûşê malbatên zarokên wan ji hêla terorîstên PKKyî va hatine revandin xemgîn in ku wê dîsa eydeke remezanê bêyî wan derbas bikin.

Malbatên ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin benda wê rojê ne ku ew ê bigihêjin ewladên xwe.

Malbatên Mert, Ozcan, Teker û Yildizê yên tîşortên ku wêneyê zarokên wan li ser e li xwe kirine bi çar çavan benda vegera zarokên xwe ne û wê eydeke xemgîn derbas bikin.

- "Kurê min çavê me li rêya te ye"

Saliha Merta li Yolculara gundê Bidlîsê dijî ji nûçegihanê AAyê ra got kurê wî Yetîş Mert di 2015an da dema 17 salî bûye ji hêla alîgirên HDPyê va hatiye xapandin û ew revandine çiyê.

Saliha Mertê got ev 7 eyd in ku kurê wê ne li cem e û wiha axivi: "Kurê min eydek dîsa hat lê tu ne li vir î. Kurê min ez ne baş im, tu li ku yî? Derkeve holê, çavê me li rêya te ye. Rondikên min neman. Ez rondikên xwe dibarînim dilê xwe. Yetîş tu vê eydê jî tuneyî. Her tim ez dibêjim ev eyd wê bi te ra derba bibe, lê Yetîş tu ne li vir î. Wana jiyana me dizî. Heta kurê min bê ez ê têbikoşim. Kurê min tu li ku bî deng bide. Ewqas tişt hene ku ez bibêjim lê êdî ji bîra min diçin. Ji xemgîniyê ez dîn û har bûm. Kurê min heke tu nemirîbî derkeve holê. Dema tu birin, tu biçûk bûyî, niha xwîşk û birayên te mezin bûn. Ez wê xeyalê me ku tu yê bêyî û ji wan ra biratiyê bikî. Ew her tim te dipirsin, te dixwazin."

Mertê got lenet li HDP û PKKyê bê ku bûn sedema jiyaneke wiha û wiha dewam kir: "Kurê min dengê xwe derxe. Ez naxwazim wiha bêyî te herim gorê. Ez dixwazim xeyalên me pêk bên. Tu dikarî ji dest wan xiraban xelas bibî. Netirse kurê min, tu wêrek î. Îmana te xurt e. Tu bêguneh bûyî û ne yekî wisa bûyî ku bikevî wê rêyê."

- "HDP çi ji me dixwaze?"

Şemsettîn Ozcanê her hefte li Mûşê pêş HDPyê bo kurê xwe tevlî çalakiyê dibe got ku 5 sal e ewladê xwe nedîtiye û wiha domand: "Ev 5 eyd e jî tu xeber ji tuneye. Ewladên herkesî wê di eydê da bên lê wê yê min neyê. Ev HDP çi ji me dixwaze? HDP dibêje ku ew nûnertiya gelê Kurd dikin lê tu eleqeya wan bi gelê Kurd tuneye. Hûn ji zarokên xwe ra eydaniyan dikirin lê em ji bo zarokên xwe çi bikin. Ya hatiye serê me were serê we jî. Kurê min heke dengê min tê te were û teslîmî esker û polêsan bibe. Kes zirarê nade te. Li vê derê alayek heye û yeke din tuneye. HDP çi ji me dixwaze? Yê wan dixwînin û yên me jî li serê çiyê ne. Ev çend eyde ez te nabînim. Di vê eydê da were. Min gelek bêriya te kiriye. Di vê eydê da têlefonê me bike û qet nebe bila dengê te bê."

- "Em di her eydê da digirîn"

Ji dayikan Naciye Sonmez Yildizê jî got ku ew dixwaze bila kurê wê vegere û wiha domand: "Di vê eydê da were. Netirsin, dewlet li cem me ye. Ev eydî wa derbas dibe lê ez hêvî dikim di ya pêş da tu yê werî. Şev û roja me nemaye. Çi karê we li wê derê ye hûn ewladê Tirkiyeyê ne. Em di her eydê da digirîn. Înşeallah di ya pêş me da em ê negirîn û hûnê vegerîbin."

Ji dayikan Gulbahar Tekerê jî got ku eydî li wan jehrî kirine û axaftina xwe wiha domand: "Di vê eydê da jî tu nehatî kurê min. Ez û birayê te Cuma nexweş in. Were û teslîmî dewletê bibe. Ceza tuneye û em di nobetê da ne. Hinek zarok hatin û teslîm bûn. Were tu jî teslîm bibe. Te soz dabû min ku tu yê bihatayî û heke tu li heyatê yî xeberê bide min."


 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE