Malên kevnare tên restorekirin

Cî û warên dîrokî yên Çukurcayê wê ji bo turîzmê bên amadekirin

Malên kevnare tên restorekirin

Li Çukurcaya Navçeya Hakkariyê malên kevnare yek ji perçeyên mîrasa çandî ya herêmê ye. Ev malên kevnare 400 sal in ser xwe ne, wê ji bo tûrîzma herêmê bên restorekirin. 21 malên kevnare hene, ji van 7 heb heta dawiya salê wê bên restorekirin.

Bi keviran hatine avakirin, 400 sal in li ser xwe ne…

Ev malên kevnare yek ji perçeyên mîrasa çandî ya herêmê ye.

Ji bo van malan projeyeke nû hat sazkirin.

Şaredarî û Qeymeqamiya Çukurcayê bi hev re vê projeyê dimeşînin.

Qeymeqamê Çukurcayê Temel Ayca: Ev avahî ji bo otêlên bûtik gelek guncav in. Ji 7 hebên ku wê ewil bên restorekirin 5 heb wê bibin otêlên bûtîk. 2 heb jî wê wek avahiyên şaredariyê bên xebitandin. Em ê yekî bikin muzeya xalîçeyan. Em ê vê darê bikin taxeke rengîn.

Di restorasyonê de kevir û axa herêmê wê bên bikaranîn.

Rastorayon wê bê makîneyên kar û bar, bi tenê bi milê mirovan wê bê kirin.

21 malên kevnare hene. Heta dawiya salê ji van 7 heb wê bên restorekirin.

Yên din jî wê heta 2 salan ji bo tûrzîmê bên amadekirin.

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE