"Malên me di bin berfê da man"

Li bajêr berfa ku 3 rojan dewam kir, li hin gundan tesîreke neyênî li jiyanê kir.

"Malên me di bin berfê da man"

Li Yuksekovaya navçeya Hakkariyê li hin gundên li deverên bilind ji ber ku 1,5 metre berf barî, hin mal adeta di bin berfê da man.

Li bajêr berfa ku 3 rojan dewam kir, li hin gundan tesîreke neyênî li jiyanê kir.

Li gundê Kadikoyê ku 17 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye, ligel xaniyan, gom û çaviyên din ên malên hin welatiyan di bin berfê da man. Welatiyan bi derfetên xwe berfa li dora xaniyên xwe paqij kirin û derketin derva.

Berfa ku şêniyên gund tengezar kir, ji bo zarokan bû wesîleya şahî û kêfê. Zerokên di betlaneya nîvê salê da ji xwe ra lîstikên berfê leyîstin.

Şêniyê gund Fatîh Komur diyar kir ku îsal berfeke zêde ket.

Komur diyar kir ku berfa bênavber dibare, jiyan li wan tehl kiriye û wiha dewam kir, "Malên me di bin berfê da man. Em bi bêr û berfokan berfa li dora xanî û goman paqij dikin û rê vedikin. Herwiha hewa zehf sar e, hin mal di bin berfê da naxuyên."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE