Ji ber şewba koronayê li mizgeftan taet û îbadetên komî nayên kirin. Ji ber vê yekê her kes li malê xwe îbadetê xwe dike. Li Agriyê welatî li malên xwe muqabele dixwînin û bi hev re nimêj dikin.
Ji ber şewba koronayê, di çarçoveya tevdîran de li mizgeftan taet û îbadetê komî nayê kirin.
Bi hatina meha remezanê gel li malên xwe Qurana Pîroz dixwînin û bi hev re nimêj dikin.
Nav rojê muqabele û xitma Quranê tê xwendin, nimêjên wextê tên kirin, êvarê jî bi hev re terawîhan dikin.
Mezin biçûk bi hev re îbadet dikin.