Malên yekqatî di bin berfê da man

Li deverên serdest ên Mûşê li gundên li ser navendê yên ku sitûriya berfê ji metreyekê derbas dibe, malên yekqatî di bin berfê da wenda bûn.

Malên yekqatî di bin berfê da man

 Li deverên serdest ên Muşê li gundên li ser navendê yên ku sitûriya berfê ji metreyekê derbas dibe, malên yekqatî di bin berfê da wenda bûn.

Li bajêr berf û bagera ku ev hefteyeke dewam dike, li herêmên çil û çiyayî tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Li gundê Bilekê ku 44 kîlometre dûrî navendê ye, hin mal ligel xanî û çaviyên din di bin berfê da man. Şêniyên gund berfa dora malê bi berfok û bêran avêtin û wisa derketin derê malê.

Gundên ku salê 5 meh di bin berfê da dimînin, ligel serma û berfa zêde, rojê 2 caran pez li ser dirûngeyan alif dikin.

Herwiha zarokên ku keysa xwe li ketina berfê tînin jî di demên xwe yên betal da bi xizekan goga berfê dileyîzin.

Welatî Muhammed Şener ku mala wî di bin berfê da ma, diyar kir ji ber ku raqima gund bilind e, berf gelekî dibare.

Şener wiha xeberda, "Me pêşiya paçeyê û dora malê bi bêrê vekir. Ji ber berfê hundirê malê tarî bû. Em zivistanê gelekî zehmetiyê dikişînin. Em timî di bin berfê da ne."

Omer Bakir jî herwiha bal kişand ku ew 6 mehan li derva li ser dirûngeyê pez alif dikin û wiha dewam kir, "Zivistanê debarkirina pez zehmet e. Em serê sibehê heya êvarê bi pez ra eleqedar dibin. Em rojê 2 danan li ser berfê pez alif dikin. Dirêjkirina zivistanê ji bo me zirar e."

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2020, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE