Şaredariya Mûşê, li taxa Muratpaşayê mala zanînê vekir. Li vir digel kursên din kursa xwendin û nivîsandinê jî tê dayîn. Jinên mûşî di van kursan de hînî xwendin û nivîsandinê dibin.
Malên zanînê yên Şaredariya Mûşê gelek kursan vedikin û xizmetî gel dikin.
Di van malan de ji bo jinan kursa xwendin û nivîsandinê jî tê dayîn û gelek jin diçin vê kursê.
Hin kursiyer piştî vê kursê dikevin ezmûnan û perwerdeya xwe didomînin.
Mala Zanînê sernaserê salê kursan vedike. Welatî jî li gorî elaqeya xwe dikarin tevlî van kursan bibin.