Îmamoglu hilbijartina Şaredariya ÎBBê qezenc kir

Di hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya hat dubarekirin da di navbera rêjeya dengên 31ê adarê û 23yê hezîranê yên namzedan da guherînên girîng çêbûn.

Îmamoglu hilbijartina Şaredariya ÎBBê qezenc kir

 Li gor encamên nefermî namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) qezenc kir.

Ji bo hilbijartina Şaredariya ÎBBê li Stenbola ku 10 milyon û 570 hezat û 222 hilbijêrên wê hene 31 hezar û 186 sindoq hatin danîn û ji van sindoqan 30 hezar û 989 heb hatin vekirin.

Li gor encamên nefermî ji sindoqên ku ji sedî 99,37ê wê hatine vekirin da 8 milyon û 868 hezar û 664 deng hatiye dayîn û ji vana 8 milyon û 696 hezar û 552 deng derbasdar in. Li gor vê beşdariya hilbijartinê ji sedî 84,42 ye.

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 4 milyon û 698 hezar û 782, namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim jî 3 milyon û 921 hezar û 201 deng sitandin. Rêjeya dengên Îmamoglu ji sedî 54,03 rêjeya dengên Yildirim jî ji sedî 45,09 e. Li gor daneyên sandoqên hatine vekirin ferqa dengên di navbera herdu namzedan da 777 hezar û 581 e. Rêjeya dengên namzedên din jî ji sedî 0,88 e ango hilbijêran 76 hezar û 596 deng dane wan.

Li gor encamanên nefermî Ekrem Îmamoglu bû Serokê ÎBBê.

Piştî rakirina qedexeya hilbijartinê daxuyaniya ewil ji hêla Bînalî Yildirim va hat dayîn. Yildirim li Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya AK Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku "Niha reqîbê min Ekrem Îmamoglu li pêş e. Ez wî pîroz dikim."

Îmamogluyê ku wek Serokê ÎBBê hat hilbijartin jî li navenda kordînasyona hilbijartinê ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û nirxandina ewil kir.

Îmamoglu got ku "Berî her tiştê ev hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya ku em îro di 23yê hezîranê da kir û helbet yek ji îfadeyên herî girîng ên vê hilbijartina watedar jî piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo pêvajoya demokrasiyê bû. Bi herdu wesfê xwe va bila ji welatê me ra û Stenbola me ya bajarê dinyayê ra encamên hilbijartina îro bila bi xêr bin, bibe wesîleya xêrê."

Ji aliyê din va di hilbijartina 31ê adarê ya ku hat betalkirin da Îmamoglu ji sedî 48,77ê dengan, Yildirim jî ji sedî 48,61î dengan sitandibû. Di vê hilbijartinê da4 miylon û 169 hezar û 765, Yildirim jî 4 milyon û 156 hezar û 036 deng sitandibûn. Ferqa dengên di navbera herdu namzedan da 13 hezar û 729 bû.

Îmamoglu li hemû navçeyan dengên xwe zêde kirin

Di hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya hat dubarekirin da di navbera rêjeya dengên 31ê adarê û 23yê hezîranê yên namzedan da guherînên girîng çêbûn.

Ji sindoqan sedî 99 hatin vekirin û Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu li hemû navçeyan rêjeya dengên xwe zêde kiriye û li hemû navçeyan rêjeya dengên ku Bînalî Yildirimê Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê AK Partiyê sitand kêm bû.

Navçeyên ku Îmamoglu rêjeya dengên xwe li wan herî pir zêde kir, Adalar, Avcilar, Bakirkoy, Çatalca, Silivrî, Şîle û Şîşlî bû û li van deran zêdebûneke di navbera 7 û 10 puanê da çêbû, ji van navçeyan dherî zêde li Adalarê dengê xwe zêde kirin.

 Ji bo navçe bi navçe encamên hilbijartina Stenbolê

Navçeyên ku lê herî zêde dengên Yildirim kêm bûn jî Adalar, Buyukçekmece, Çatalca, Şîle û Silivrî ye û li van deran kêmbûneke 6 an 7 puanî çêbû. Dengên Yildirim herî zêde li Çatalca û Şîleyê kêm bûn.

Ekrem Îmamoglu bi ji sedî 83,71î herî zêde ji Beşîktaşê, ji sedî 81,71î li Kadikoyê, ji sedî 79,17an li Bakirkoyê û ji sedî 73,31î jî ji Şîşliyê sitand. Yildirim jî herî zêde ji sedî 65,81î li Sultanbeylî, ji sedî 61,10î li Esenler, li ji sedî 57,68an Sultangazî û 56.52yan li Baxcilarê sitand.

Îmamoglu li Beylîkduzuya ku heyama borî lê peywir dikir di 31ê adarê da ji sedî 57.50 sitandibû lê di hilbijartina nû da dengê xwe derxist ji sedî 61,79an.

Di hilbijartina hat dubarekirin da ji 39 navçeyên Stenbolê li 28an Îmamoglu li 11ê wê jî Yildirim pêş bû. Di hilbijartinên 31ê adarê da Bînalî Yildirim li 24 navçeyan li pêş bû di vê hilbijartinê da li 13 navçeyan serdestî ket destê Ekrem Îmamoglu.

Di vê navberê da Ajansa Anadoluyê piştî ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê qedexeya weşanê rakir, pê re pê re, encamên hilbijartinê bi aboneyên xwe ra parve kir.AA

Dîroka nûkirinê: 24 Hezîran 2019, 09:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE