Mamoste Aybukeya ji hêla terorê va hat kuştin nayê jibîrkirin

Mamosteya muzîkê Şenay Aybuke Yalçin a 22 salî ku di 9ê Hezîrana sala 2017an da li Kozluka navçeya Batmanê dema ji dibistanê vedigeriya malê ji hêla terorîstên PKKya rêxistina terorê va hat kuştin nayê jibîrkirin.

Mamoste Aybukeya ji hêla terorê va hat kuştin nayê jibîrkirin

Derd û kesera ji ber mamosteya muzîkê Şenay Aybuke Yalçin a 22 salî ku di 9ê Hezîrana sala 2017an da li Kozluka navçeya Batmanê dema ji dibistanê vedigeriya malê û ji hêla terorîstên PKKya rêxistina terorê va hat kuştin ji dil dernakeve.

Li gor agahiyên nûçegihanên AAyê berhev kirin Şenay Aybuke Yalçin a ji Çorûmê ewilî li Komeleya Huner û Çandê ya Edremîtê perwerdehiya muzîkê hildabû û paşê jî beşa Mamostetiya Muzîkê ya Zanîngeha Konya Necmettîn Erbakan xwend û xilas kir.

Aybekuyê wek mamoste di Lîseya Anadoluyê ya Pir Bernameyî ya Kozlukê da dest bi wezîfeyê kir û di Beşa Muzîkê ya Fakulteya Şêwekariya Zanîngeha Batmanê da jî lîsansa bilind dikir. Wê di nav 7 mehên ku mamostetî kir da him di dilê xwendekaran da û him jî di dilê hevalên xwe yên mamoste da cih girt û herkesî jê hez dikir.

Mamosate Aybuke di 9ê Hezîrana sala 2017an da bi kelecaniyeke mezin qarneyên xwendekarên xwe belav kir û ji bo biçe malê ji dibistanê veqetiya. Li ser wesayîta Şaredarê Kozlukê yê wê demê Veysî Işik ji hêla terorîstên PKKyî va êrîşa terorê hat kirin û gule li wesayîta ew tê da bû jî ket û giran birîndar bû. Aybukeyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kozlukê lê digel hemû midaxaleyan ew bi ser xwe va nehat û şehîd ket.

 - Hemû Tirkiyeyê lenet li terorê anî

Mamosteyeke ciwan û xwedî xeyal bû qurbana terorê û li ser vê li çar alî welatiyên Tirkiyeyê lenet li terorê anîn. Ji bo mamoste Aybukeya bi strana Bendergeha Maxusayê ku gotibû û wêneya tê da dibişirî va di heş û mêjiyan da cih girt li çar aliyê welêt meş hatin kirin û daxuyanî hatin dayîn û lenet li terorê anîn. Li Kozlukê jî welatiyan bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê dan û meşiyan.

 - Navê wê li çar aliyê Tirkiyeyê tê belavkirin

Wê bi tenê qasî 7 mehan mamostetî kir û di wê dema kurt da her meh enstrumaneke nû ji bo atolyeyê temîn dikir û dixwest ku bila xwendekarên wê zehmetiyê nekişînin û ji amûrên muzîkê bê hay nebin.

Piştî şehîd ketinê navê Mamoste Aybukeyê li gelek dibistan, pirtûkxane atolyeyên hunerê, park û kolanan hat danîn û ji bo xatir û bîranîna navê wê jî kar û xebat tên kirin.

Dibistana ku lê dest bi wezîfeyê kiribû niha bi navê wê tê zanîn. Malbata wê jî kemana wê ji bo xatirê wê wek bîranînek da dibistana lê mamostetî dikir.

Hersal di salvegera roja şehîd ketina wê û 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan da tê bibîranîn û hezkirên wê jî diçin ser gora wê û jê ra dia dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE