Mi̇hraç Kulu Mamoste ye û li bilîsê wezîfeyê dike. mamosteya dildar derheqê goristana meydanê ya selçûkiyan de kitêbeke danasînê hazir kir, bi fersendên xwe da çapê. niha jî bi xwe gund bi gund, mal bi mal digere û li zarokan pirtûkê belav dike.
Mamosteya dildar derheqê Goristana Meydanê ya Selçûkiyan a Ehlatê de hemî agahî kom kirin. Ji wan agahiyan kitêbeke danasînê hazir kir.
Li Bilîs û gundên wê mal bi mal digere û wê kitêbê belavî zarokan dike.
Mamoste Mihraç Kulu got; armanca min ew e ku him zarok di betlaneya havînê de kitêban bixwînin, him vê mîrasa me ya dîrokî ji nêz ve nas bikin.
“Goristana Meydanê ya Selçûkiyan mîraseke mezin a dîrokî ye. Bi sere xwe muzeyeke bêemsal e. Min bi fersendên xwe ev kitêba danasînê hazir kir û ez belavî zarokan dikim.”
Zarok jî kêfxweş in ku bûn xwediyê kitêbeke evqas bikiymet.