Mamosteyan fedakarî kir û ji bo xwendekarên xwe projeyek çêkirin. Di çarçoveya vê projeyê de neçûn betlaneyê û ji bo wan kurs vekirin. Di kursan de jî dersên amadehiya zanîngehê didin.
Li Midyada Mêrdînê, mamosteyên Lîseya Anadoluyê fedakarî kirin û ji bo xwendekaran projeyeke baş dan destpêkirin.
Li lîseya Anadolê dê nêzî 100 xwendekar îsal bikevin ezmûna zanîngehan.
Mamosteyên wan jî di betlaneya nîvsalê de neçûn bajarên xwe; ji bo ezmûna zanîngehan kurs vekirin.
Xwendekar danê sibê dikevin ezmûnan, piştî nîvro jî li gorî kêmasiyan dersan dixebitin.
Ev proje wê li seranserê betlaneyê dewam bike.