Mansur Yavaşê ku wek Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê hate hilbijartin, mazbataya xwe girt. Yavaş bi merasîmekê dest bi wezîfeyê kir.
Mansur Yavaş nimêja sibê li Mizgefta Haci Bayram Welî kir û piştre li ser tirbeya Haci Bayram Welî dia kir.
Dûvre bi malbata xwe re çû Dadgeha Enqerê.
Yavaş ji rayedaran mazbataya xwe stand û got: hilbijartin qediya û ew tiştên ku di pêvajoya hilbijartinê de hatin gotin jî borîn û çûn.
Mansur Yavaş diyar kir ku ew ê her kesî hembêz bike û di xizmetên wî de tiştên girîng wê edalat û liyaqat bin.
Şaredarê nû piştre derbasî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê bû û bi merasîmekê dest bi wezîfeyê kir.