Masîgir qaqlîbazên Gola Çildirê bi nan xweyî dikin

Qaqalîbaz her havînê herêma Giravan a li tanga Eqçeqeleya gundê Erdexanê şên dikin, dema hewa sar dibe jî koçî herêmên germ dikin.

Masîgir qaqlîbazên Gola Çildirê bi nan xweyî dikin

 Îsal qaqlîbaz zû hatin Gola Çildirê ya li sînorê Qers û Erdexanê. Ji ber ku rûyê golê bi tevahî cemidiye masîgir qaqlîbazan bi nan xweyî dikin.

Qaqalîbaz her havînê herêma Giravan a li tanga Eqçeqeleya gundê Erdexanê şên dikin, dema hewa sar dibe jî koçî herêmên germ dikin.

Qaqlîbaz biharê dîsa vedigerin, îsal ji ber ku hewa hinekî germ bû bi hewayê xapiyan û zû vegeriyan.

Ji ber ku rûyê golê bi tevahî cemidiye qaqlîbaz xwarinê nikarin bibînin. Ji bo qaqlîbazan xweyî bikin masîgiran dest bi xebatan kir. Masîgirên bi xizanga hespê tên herêmê nanê hûrkirî li ser qeşayê direşînin ku qaqlîbaz bixwin.

Kurtuluş Kiliçê masîgir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Gola Çildirê ji bo wan girîng e û qîmetê didin qaqlîbazên mêvan.

Kiliç got ji bo qaqlîbazên îsal zû hatin xwarinê belav dikin û wiha axivî:

"Me dît ku îsal gelek qaqlîbaz hatine Gola Çildirê. Em ji bo wan xwarinê belav dikin. Rûyê golê cemidiye. Hewcedariya qaqlîbazan bi me heye. Qaqlîbaz nikarin xwarinê bibînin."

Kiliç got hetanî qeşa bihele ew ê xwarinê belav bikin. Mertcan Kiliçê masîgir jî ji bo qaqlîbaz birçî nemînin ji bo wan xwarinê belav dikin. Hetanî erd reş bibe ew ê vê bidomînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE