Masîgirên bajarên bêbehr di mesaiya masîgirtinê da ne

Masîgirên li ser Gola Çildirê zivistanê bi usûla Eskîmoyan masiyan digrin, havînê jî bi kelekan va masiyan digrin û pê debara xwe dikin...

Masîgirên bajarên bêbehr di mesaiya masîgirtinê da ne

Masîgirên Qersî û Erdexanî li ser Gola Çildirê zivistanê bi usûla Eskîmoyan masiyan digrin, havînê jî bi kelekan va masiyan digrin û pê debara xwe dikin.

Qedexeya girtina masiyan a Gola Çildirê di 15ê tebaxê da rabû. Rûyê gola ku dikeve ser sînorê Erdexan û Qersê zivistanê bi temamî diqerime û masîgir golê qul dikin û bi usûla Eskîmoyan tûrên xwe davêjin nav avê û masiyan digrin.

Bi vebûna sezona masiyan va masîgir masiyan difroşin û pê debara xwe dikin.

Masîgirên gundê Akçakale û Dogruyola Qersê ji bo girtina sazanan serê sibê bi kelekan va dertên ser golê. Masîgir torên xwe davêjin nav avê û vedigerin, rojeke din diçin û torên xwe derdixin. Masîgir masiyên xwe difroşin restoranên qeraxê golê û gel, pê debara xwe dikin.

Ji masîgirên gundê Dogruyolê Atanur Dursun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku masîgirî pîşeyê bavê wî ye, bi destpêka sezonê va ew derketin masiyan.

Dursun got, "Em rojekê pêş da torên xwe davêjin golê, rojekî şûnda serê sibê em torên xwe ji golê kaş dikin."

Dîroka nûkirinê: 30 Tebax 2019, 16:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE