Masîkefalên Gola Wanê di serdema xerzdanînê da dê bên parastin

Masîkefalên Gola Wanê di serdema xerzdanînê da dê bên parastin

Masîkefalên ku di Gola Wanê da dijîn û di serdema lihevzêdebûnê da berevajiyî herka avê ajne dikin û koçî avên şirîn dikin, di serdema qedexeya nêçîrê da bi tevdîrên ku dê li dewrûbera golê, li çeman û li navenda bajêr bên wergirtin va dê bên parastin.

Li navçeyên Wanê Îpekyolu, Edremît, Tuşba, Gewaş, Muradiye û Erdîşê û her wiha navçeyên Bidlîsê Xelat, Elcewaz û Tetwanê ku qeraxê wan bi Gola Wanê ra heye, 15 hezar însan debara xwe bi masîkefalan dikin. Niha jî dema koça masîkefalan a ber bi avên şirîn e.

Ji bo parastina masîkefalan ku di navbera 15ê nîsanê-15ê tîrmehê da berevajiyî herka avê ajne dikin, ber bi avên şêrîn koç dikin ku xerzên xwe daynin, ji hêla Walîtî, Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (YYU), Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê, Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê, Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê û Şaredariya Bajarê Mezin tevdîrên pêwîst hatin diyarkirin.

Di serdema qedexeya ku li Wan û Bidlîsê dê 3 mehan dewam bike da ji bo rêlêgirtina nêçîr, bîterkirin, firotan û neqilkirina masîkefalan, dewrûbera golê û her wiha çem dê timî di bin çavdêriyê da bin.

Di vê serdemê da ekîbên cendirme û polêsan bi beleman dê timî dewriyeyan di golê da bigerînin, ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê û her wiha yên zabiteyê dê firoşgehên masiyan kontrol bikin û rê li nêçîra bi qaçaxî bigirin.

Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê jî ji bo ku bala gel bikişîne ser mijarê, dê broşuran li welatiyan belav bike û li dibistanan çalakiyên baldariyê li dar bixe.

Endamê Hîndekariyê Dr. Mustafa Akkuş yê Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê ku li ser Gola Wanê û masîkefalan lêkolîna dike ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew li bajêr ligel nûnerên saziyên têkildar rûniştin û her wiha wan biryara tevdîrên serdema qedexeya nêçîrê wergirt.

Akkuş bal kişand, ji bo ku rê li nêçîra bi qaçaxî were girtin, tevdîrên qewîn dê bên wergirtin û wiha axivî, "Mîna salên din, îsal jî ekîbên cendirmeyê dê li devê çeman nobetê bigire. Ji bo me ciyên herî krîtîk Çemê Zîlanê, Delîçay û Çemê Bendîmahî ye. Hêzên ewlekariyê dê 24 saetan li van deran xebata kontrol û parastinê bike."

Akkuş bal kişand, nêçîra bi qaçaxî nesla masiyan dixe ber xetereyê û wiha dewam kir, "Lewma xebatên parastinê dê piralî bên meşandin. Ewil em ê nehêlin ku di vê serdemê da masî di golê da bên girtin. Heger bi şiklekî bên girtin, em ê rê lê bigirin ku bi rêbejayê neyên veguhestin. Heger digel vê jî bên veguhestin û derbasî navendên bajaran bikin jî em ê bi rêya polês û zabiteyan nehêlin ev masî bên firotan. Di vir da berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê welatiyên me. Welatiyên me bira dê vê serdemê da masiyan negirin. Divê em xwedî li masiyên xwe derkevin. Heger kes nekire, nêçîrvanên qaçax jî dê masiyan negirin."

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Îbrahîm Gorentaş jî diyar kir ku ji bo parastina masîkefalan Walîtî, Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê, Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê, Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê, Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê û Şaredariya Bajarê Mezin tedbîr wergirtin û wiha axivî, "Me 12 wesayît kirê kirin. Em ê van wesayîtan li Midûriyeta Çandinî û Daristanê yên navçeyan, ekîbên cendirme û polêsan belav bikin. Hêzên me yên ewlekariyê û ekîbên me dê 7 roj 24 saet li qadê bin. Dê destxwera midaxeleyî îxbaran bikin. Em ê bi vî awayî rê li nêçîra bi qaçaxî bigirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE