Li Edremîta navçeya Vanê di kamyonetekê da hezar û 500 maskeyên tibî yên qaçaxê gumrikê û 130 pakêt cixare hatin bidestxistin, şofêr hat binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Emniyeta Bajêr hat dayîn, têkoşîna qaçaxcîtiyê didome.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Qaçaxcîtî û Organîze li taxa Kurubaşê li cihê kontrolê ser gumanê kamyonetek da sekinandin.
Ekîban kamyonet kontrol kir û di bagaja wesayîtê da di nav poşêtan da hezar û 500 maskeyên tibbî yên qaçaxên gumrikê û 130 pakêt cixare hatin dîtin.
Ekîban şofêr E.O binçav kir.